Li Şîrazê 25 sal cezayê hepsê li Roya Sabît hate birîn

Welatiya Bahaî, Roja Sabît a ku li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî dijî li Şîrazê hate binçavkirin. 25 sal cezayê hepsê li Sabît hate birîn. Dadgeha Temyîz a 37’an a Eyaleta Fars cezayê hepsê erê kir û hin pêkanînên din jî ferz kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, Roya Sabît li mala xwişka xwe ya li Şîrazê ji aliyê îstixbarata Parêzvanê Şoreşê ve hate binçavkirin û piştre birin Girtîgeha Adelabad.

Dadgeha Şoreşê ya Şîraz bi sûcdariyên “bi kes û saziyên girêdayî dewleta Îsraîlê re peywendî çêkiriye”, “li dijî ewlehiya welêt bi armanca çalakiyê kom ava kirin û bi rê ve birin” û “li dijî şeriata Îslamê propandaya mezhebê kirin” 25 sal ceza li Roya Sabît birî.

Dadgehê her wiha biryar da ku pasaporta Roya Sabît were betalkirin, ji bo 2 salan qedexeya derketina dervey welêt, 5 salan ji mafên civakî bêpar bimîne û ji xebatên înternet û medyaya dîjîtal jî bêpar bimîne.

Roya Sabît nêzî 23 sal in çûye Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, 4’ê Çileya 2024’an ji bo li dayik û bavên xwe yên nexweş û kal binêre çû Şîrazê, piştî demek kurt ji aliyê Parêzvanên Şoreşê ve hatibû binçavkirin.